Li Minbicê hêzên Şamê û HSDê êrîşî hev kir: Ji herdu aliyan daxuyanî

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku di êrîşeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li çoltera Minbicê, 4 leşkerên wan û 3 sivîl birîndar bûne. Li aliyê din HSDê jî ew tomet red kir û ragihand, komên nêzîkî artêşa Sûriyeyê êrîşî herêmên sivîl kirine û hêzên wan jî bersiv dane.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji ajansa fermî ya Sûriyeyê re ragihand ku şeva borî demjimêr 21:40an, hêzeke HSDê hewl daye derbasî xaleke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê ya li gundê Kiyariyê bibe lê hewldana wan hatiye têkbirin. Wezaretê îdia kiriye ku HSDê malên welatiyan ên li gundê Kiyariyê û derdora wê bi moşekan kirine armanc.
Wezaretê aşkere kir ku di encama êrîşê de 4 leşker û 3 sivîl birîndar bûne û hêzên wan bersiva çavkaniyên êrîşê daye û li nêzîkî bajarê Meskeneyê moşekavêjek û topavêjeke HSDê îmha kirine.
HSD: Artêşa Sûriyeyê provokasyonan dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê red kir û ragihand ku berovajî vê yekê, komên nêzîkî artêşa Sûriyeyê “provokasyonan” dikin û êrîşî navçeyên sivîlan dikin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê îro daxuyaniyek belav kir û derbarê mijarê de wiha got:
“Komên bêdîsîplîn ên di nava refên hêzên hikûmeta Sûriyeyê de provokasyon û êrişên xwe yên dubare yên li ser xetên temasê yên li herêma Dêr Hafirê didomînin.”
HSDê da zanîn ku şeva Şemiyê wan koman bêyî ti sedeman zêdetirî deh guleyên topan avêtine deverên ku sivîl lê dijîn û li ser vê yekê hêzên wan mafê xwe yê rewa yê parastinê bi kar aniye û bersiva çavkaniyên êrîşê daye.
HSDê, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bi “serûbinkirina rastiyan û xapandina raya giştî” tometbar kir û destnîşan kir ku ev yek “xizmeta ewlehî û aramiyê nake.”
Herwiha HSDê tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li agirbestê kir û bangî hikûmeta Sûriyeyê kir ku wan komên “bêdîsîplîn” kontrol bike.
Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.




