Hewlêr | Lîsteya mûçeyê Tîrmehê ji Bexdayê re hate şandin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê lîsteya mûçeyên meha Tîrmehê pêşkêşî Wezareta Darayî ya Federal kir.
Hate diyarkirin ku lîsteya mûçeyên meha Tîrmeha 2025an pêşkêşî Wezareta Darayî ya Iraqê hate kirin.
Tîma teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê îro Yekşemê lîsteya mûçeyên meha Tîrmehê pêşkêşî Ofîsa Muhasebeyê ya Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal kir.
Hêjayî gotinê ye, mûçeyên mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê wek fişarekê hatibû bikaranîn û herî dawî yê meha Gulanê hatibû şandin. Herwiha mûçeyê Hezîranê jî bi daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ji xercan re hatibû terxankirin.
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.




