Starmer: “Trump me ji her wextî zêdetir nêzî qedandina şerê li Ûkyraynayê kir”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer li ser hevîıtina Trump û Putin ya li Alaskayê ku dixwazin goya şerê Rûsya û Ûkraynayê rawestînin daxwuyanî da û got:
“Xebatên Trump me bêhtir nêzî qedandina şerê ku Rûsya li Ûkraynayê bi wayekî ne rewa dike, kir. Ev kiryara Trump ji bo şer bi dawî bibe gavekî girîng e. Ji bo mirin biqedin lîdertiya ku Trump kiriye divê em teqdîr bikin.
Di pêvajoya bê de divê tekez serokê Ûkraynayê Zelenskiy bikeve nav mijarê û eger ew nebe aştiya li Ûkraynaye nakeve şeklê xwe yê dawî.”
Starmer, got ku vê sibê bi Zelenkiy, Trump û hevkarên xwe yên Ewrûpayê di rêya telefonê de axifiye û weha dewam kir:
“Em tev amade ne pêvajoya piştî vê, destek bikin. Ewrûpa jî di nav de, ew garantiyên ku Trump, wekî perçeyekî peymanê hem ji bo Ûkrayniyan jî bi dest xistiye, gelek baş in. Ji bo Putin zêdetir pêşde neçe, wê girîng be. Ji xwe heya Rûsya êrîşên xwe yên hovane yên ser Ûkraynayê rawestîne, wê givaşên ser Rûsyayê dewam bikin û em ê Rûsyayê bigivêşin. Wê desteka me ji bo Ûkraynayê dewam bike.”
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




