Trump: “Hevdîtina bi Putin re baş bû lê hêjî mijar hene ku divê çareser bibin”

Trump: “Hevdîtina bi Putin re baş bû lê hêjî mijar hene ku divê çareser bibin”

PeyamaKurd – Hevdîtina serokê DYAyê Donald Trump û ya bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re ya li Alaskayê li bajarê Anchorage li dora 3 seetan dewam kir û bi dawî bû.

Piştî civînê dewletên Ewrûpayê bi ortaxî daxwuyaniyekî dan û gotin:

“Sînorên navdewletî bi zorê nayên guherandin. Ji bo aboriya Rûsyayê bixin xahmetiyê, em ê givaşên ser Rûsyayê zêdetir bikin. Em garantiyên DYAyê yên ewlehiyê bi rizamendî qebûl dikin.”

Piştî hevdîtina li Alaskayê serokê Rûsyayê Putin, ji bo hevdîtina bê, serokê DYAyê Trump dawetî Moskovayê kir.

Li ser hevdîtinê, serokê Rûsyayê Putin di civîna çapemeniyê de weha got:

“Hevdîtina me bi erênî, rêzdarî û bi fêde bû. Ez hêvî dikim ew têgihîştina me ya bi Trump re bibe wesîla aştiya li Ûkraynayê.”

Serokê DYAyê Trump ragihand  u di hevdîtinê de di gelek xalan de pêşdeçûnan kirine lê hêjî gelek mijar hene ku çareser bibin û weha dewam kir:

“Çareseriya vana bi temamî di destê serokê Ûkraynayê Zelenskiy de ye. Divê hinek jî welatên Ewrûpayê tevlî mijarê bibin lê di destê Zelenskiy de ye. Ji niha û pê de dibe ku di navbera Zelenskiy û Putin de hevdîtinekî bibe û ez ê jî tevlî bibim. Eger bixwazin ez ê jî herim civînê. Ez dixwazim vêya bikim û şansê serkeftina me gelek zêde ye.”

Piştî hevdîtinê Zelenskiy daxwuyaniyekî da û got:

"Roja Duşemê ji bo şer rawestînin û behsa temamê hûrgiliyên mijaran bikin, ez ê herim Washington DCyê û bi serok Trump re hevdîtin bikim.”

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.