Di şewata apartmenekî li Bengaluru de 5 kes mirin û gelek kes asê mane

Di şewata apartmenekî li Bengaluru de 5 kes mirin û gelek kes asê mane

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li bajarê Bengaluru agir bi apartmanekî ket, 5 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî tê de asê mane. Di nav 5 kesên mirî de 2 heb ji wan zarok in. Hat ragihandin ku dibe agir ji lihevketina têlên elektrîkê derketibe.

Li gor rojanama Hindustan Timesê; apartman li ser kolanekî qelebalixê û şewat di beşa ku tê de hilberîna berhemên plastîk dihat kirin de derketiye.

Li ser şewatê gelekkes di apartmanê de asê mane û tîmên îtfaiyê û yên rewşa lezgîn çûne ciyê bûyerê.

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.