Sabrî Ok: Em ne efûyê sererastkirinên hiqûqî dixwazin

Sabrî Ok: Em ne efûyê sererastkirinên hiqûqî dixwazin

PeyamaKurd- Serkirdeyê PKKê, Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Sabrî Ok, piştî daxuyaniya ku ew dê ji Tirkiyeyê bi temamî vekişin axivî û got: “Em ne efûyê dixwazin, divê sererastkirinên hiqûqî bên kirin.”

Sabrî Ok, Vejîn Dêrsim, Devrîm Palu û 25 çekdarên PKKê bi merasîmekê ragihandin ku wan dest bi vekişîna ji Tirkiyeyê kiriye û dê bi temamî vekişin.

Sabrî Ok piştî daxuyaniyê ji rojnamevanan re got, "Divê li gorî taybetiya pêvajoyê hinek pêngavên hiqûqî yên demkî bên avêtin. Divê em li hemberî tiştên ku me heta niha wekî tevger kiriye, bibînin ku di warê hiqûqî de tiştek çêdibe, divê hinek sererastkirin û pêngavên hiqûqî bên avêtin. Her ku ev gav bên avêtin, dê pêvajo bi lezeke dualî bi pêş bikeve. Em jî yasayên taybet ên ji bo PKKyê an jî ji bo pêvajoyê dixwazin. Ne efûyeke giştî ye. Bi hewlên mezin ên Rêber Apo têkoşîneke 50 salî heta îro hatiye. Em niha di qonaxeke gelekî girîng de ne.

Tenê ji bo vê yekê hinek yasayên taybet û sererastkirin dibe ku hebin. Normal e ku raya giştî pirsên li ser pêngavên ku li bendê ne bipirse. Em hêvî dikin ku rayedar û dewleta Tirk jî van bibînin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Sabrî Ok bal kişand ser ku ew "azadiya fîzîkî" ya Abdullah Ocalan dixwazin û derbarê Komîsyona li Parlamentoyê wiha axivî: "Komîsyona ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hat avakirin pêngaveke girîng û bi qîmet bû. Gelek partiyan di vê komîsyonê de cih girt. Her çi qasî Komîsyonê heta niha rola xwe wekî ku tê xwestin nelîstibe jî em neyînî nabînin. Divê Komîsyon karibe bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û li nêrînên wî guhdarî bike. Ew e yê ku vê pêvajoyê bi pêş dixe. Hêviya me ev e."

Ok got ku di pêvajoya bê de divê hemû dînamîkên civakê, saziyên civaka sivîl, akademîsyen û siyasetmedar berpirsyariyê bigirin ser xwe û wiha pê de çû: "Divê em hem realîst bin, hem jî erênî bifikirin. Hêviya me ew e ku di vê pêngava dîrokî de, her kes berpirsyariya xwe wekî ku tê xwestin bi cih bîne."

Ok di dawiyê de got ku ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bimeşe, divê şert û mercên girtîgehê yên Abdullah Ocalan bi dawî bibin.

 

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.