Trump li ser êrîşa Îsraîlê ya li ser Qeterê daxuyanîyek da!

Trump li ser êrîşa Îsraîlê ya li ser Qeterê daxuyanîyek da!

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser tîma danûstandinê ya Hamasê li Qeterê de daxuyaniyek belav kir.

Trump diyar kir, "Bombebarankirina yekalî ya Qeterê, welatekî serwer û hevalbendekî nêzîk ê Amerîkayê ku bi zehmetî xebitiye û li kêleka me ji bo pêkanîna aştiyê rîskên wêrek girtiye, ne xizmeta armancên Îsraîl û ne jî Amerîkayê dike."

Trump got, "Ev biryar ji aliyê Serokwezîr Netanyahu ve hatiye dayîn, ne ji aliyê min ve," û da zanîn ku ew demek kurt berî êrîşê bi rêya artêşa Amerîkayê hatine agahdarkirin.

Serokê Amerîkayê diyar kir ku wî tavilê Nûnerê Taybet Steve Witkoff talîmat daye ku Qeteriyan ji "êrîşa nêzîk" agahdar bike, û got, "Wî wisa kir, lê mixabin, ji bo rawestandina êrîşê pir dereng bû."

Trump diyar kir ku ew Qeterê wekî hevalbendekî bihêz û dostê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dibîne û diyar kir ku piştî êrîşê bi Netanyahu re axiviye.

Trump êrîşa Îsraîlê wekî "bûyerek nexweş" bi nav kir û got, "Min bi Emîr û Serokwezîrê Qeterê re jî axivî û ji bo piştgirî û dostaniya wan a ji bo welatê me spasiya wan kir. Min ji wan re piştrast kir ku tiştekî wisa careke din li ser axa wan çênabe."

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.