Şandeyeke payebilind a Rûsyayê ji bo xurtkirina têkiliyan li Şamê ye

PeyamaKurd – Şandeyeke payebilind a Rûsyayê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Alexander Novak, îro Sêşemê 9ê Îlona 2025an, ji bo hevdîtinan li gel rêveberiya nû ya Sûriyeyê gihîşt paytext Şamê.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) û ajansa Interfax a Rûsyayê, serdana şandeyê wek hewldaneke giring a Moskowê tê dîtin ji bo bihêzkirina peywendiyên xwe ligel hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku piştî hilweşîna desthilata Beşar Esed di sala borî de hat avakirin.
Alexander Novakê ku wek berpirsê sereke yê siyaseta enerjiyê ya Kremlînê tê naskirin û şandeya pê re ji aliyê Serokê Dîwana Serokatiya Sûriyeyê ve hatin pêşwazîkirin. Tê payîn ku di rojeva hevdîtinan de mijarên sereke yên wekî hevkariya di warê enerjiyê de, projeyên binesaziyê û xurtkirina peywendiyên dualî di navbera herdu welatan de bên gotûbêjkirin.
Ev serdan wek beşek ji stratejiya berfireh a Rûsyayê tê şîrovekirin ku armanc dike têkiliyên xwe bi rêveberiya nû ya li Şamê re xurt bike û bandora xwe ya stratejîk li herêmê biparêze.
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




