Kremlîn: Em tohmetên provokasyonê yên bêbingeh red dikin

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê, Dmîtrî Peskov, îro bersiv da tohmetên Polonyayê yên derbarê binpêkirina qada asîmanî ya welêt ji aliyê dronên Rûsî ve û got ku ew van îdiayan bi tundî red dikin. Peskov, Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATO tawanbar kir ku "bêyî pêşkêşkirina tu delîlan" bi berdewamî Rûsyayê bi provokasyonê tohmetbar dikin.
Di konfranseke rojnamevanî de li paytext Moskoyê, Peskov got, "YE û NATO her roj Rûsyayê bi provokasyonê tawanbar dikin, lê tu carî delîlekê nîşan nadin." Wî tekez kir ku Rûsya van tohmetên provokasyonê bi temamî red dike û da zanîn ku heta niha Polonyayê derbarê vê bûyerê de tu têkiliyeke fermî bi Moskoyê re danenîye.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Peskov careke din hişyarî da welatên Rojava û got ku şandina leşkeran bo Ûkraynayê dê "encamên pir xirab" bi xwe re bîne. Wî îşaret pê kir ku hin welat cîdiyeta vê gefê fêm nakin an jî naxwazin fêm bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Polonyayê bi awayekî fermî daxwaza çalakkirina Xala 4emîn a NATOyê kiribû, piştî ku ragihandibû ku 19 dronên Rûsî qada wê ya asîmanî binpê kirine û herî kêm 3 ji wan xistine xwarê.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




