Adam Abdelmoula: Li Sûriyê hewcedariya 19 milyon kesan bi alîkariyê heye

PeyamaKurd- Koordînatorê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê Adam Abdelmoula ku erka wî bidawî bû, civîneke rojnamevanî li dar xist.
Abdelmoula da xuyakirin, li Sûriyeyê pêwîstiya nêzîkî 16,5 milyon kesan bi alîkariyên mirovî heye û li gel wan jî 2,5 milyon koçberên vegeriyayî hene ku piraniya malên wan wêran bûne.
Abdelmoula da zanîn ku Sûriye hîn jî ji ber krîza koçberiyê dinale û got, "Zêdetirî 6 milyon Sûriyeyî li nav welêt koçber in û zêdetirî 6 milyon penaber jî li seranserê cîhanê ne."
Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser wê yekê ku nêzîkî ji sedî 24 ji xaniyan li Sûriyeyê zirar dîtine yan jî hilweşiyane lê tevî vê rewşa zehmet, fînansekirina ku ji bo alîkariyê tê dayîn pir kêm e.
Berpirsê Neteweyên Yekbûyî got, "Heta niha, plana mirovî ya sala 2025an tenê ji sedî 14 ji 3,2 milyar dolarên pêwîst wergirtiye."
Abdelmoula dawiyê jî got, "Ez cara yekem sala 2012an wekî Koordînatorê Niştecî hatim Sûriyeyê û ew serdemeke dijwar bû. Wê demê min biryar da ku hemû çalakiyên bipêşxistinê rawestînim da ku rejîma berê jê sûdê wernegire û bi awayekî siyasî neyê bikaranîn."
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




