Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist

PeyamaKurd- Berpirsekî Îsraîlî ji medyaya Erebî re ragihand ku balafirên wan şeva borî li Sûriyê sîstemên berevaniya asmanî yên Tirkiyeyê û hin çekên din ên li Tirkiyê hatine çêkirin xistine.
Bepirsê Îsraîlî ji Al-Arabiyayê re gotiye, armanca êrîşan "moşek û sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyeyê" bûn ku di demên dawî de ji bo herêmê hatine veguhestin.
Rayedarê Îsraîlî gotiye, "Tirkiye hewl dide me tacîz bike û me bikişîne nav pevçûneke leşkerî ya ku em naxwazin."
Herwiha diyar kiriye, "Tiştê ku rêvebiriya Şamê di danûstandinan de jê fêm neke, dê bi zorê fêhm bike."
Heman çavkaniyê daye zanîn, derbarê mijarên ewlehiyê de bi serkirdatiya Sûriyeyê re di nav pêwendiyê de ne lê dema pêwîst bike ew dê ji bikaranîna hêzê dudilî nebin û bal kişand ser lawaziya rewşa navxweyî ya Sûriyeyê û hişyarî da ku ev rewş ji bo têkdana ewlehiya Îsraîlê neyê bikaranîn.
Rayedarê Îsraîlî tekez kir ku ew li ser bêçekkirina başûrê Sûriyeyê rijd in û Tel Avîv bêyî ku li çavkanî û cihê wê binêre dê li her gefa li ser ewlehiya xwe bide.
Hêjayî gotinê ye, Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekê êrîşên Îsraîlê yên li ser Hims û Laziqiyeyê wekî "binpêkirina serweriya Sûriyeyê" şermezar kir.
Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.




