Tirkiye di çarçoveya peymaneke nû de dest bi perwerdekirina hêzên Sûriyeyê dike

Tirkiye di çarçoveya peymaneke nû de dest bi perwerdekirina hêzên Sûriyeyê dike

PeyamaKurd – Tirkiyeyê di çarçoveya peymana ewlehiyê de ya ku meha borî bi Şamê re îmze kiribû, dest bi bernameyeke perwerdekirina hêzên artêş û polîsên Sûriyeyê kir. Ev pêngav weke beşek ji hewlên ji nû ve avakirina artêşa Sûriyeyê tê dîtin.

Li gorî zanyariyên ku ji "Middle East”ê hatine wergirtin, di qonaxa yekem de nêzîkî 300 leşker û polîsên Sûriyeyê li du baregehên leşkerî yên "li navend û Rojhilatê Tirkiyeyê dest bi perwerdeyê kirine."

Tê plankirin ku Enqere di demeke kurt de hejmara hêzên Sûriyeyê yên ku perwerde dike bigihîne 5 hezar kesan. Armanca demdirêj ew e ku ev hejmar bigihîje herî kêm 20 hezar leşker û polîsan.

Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê meha borî ragihandibû ku ev peyman perwerdeya leşkerî, şêwirmendî û piştgiriya alav û teçhîzatê ji bo Şamê li xwe digire. Armanc ew e ku artêşa Sûriyeyê ji nû ve were birêxistinkirin û bikaribe rûbirûyî gefên navxweyî û derve bibe.

Herweha, tê gotin ku Enqere û Şam li ser peymaneke berfirehtir a berevaniyê jî di nav danûstandinan de ne. Ev peymana berfireh îhtimala bicihkirina leşkerên Tirk li herî kêm sê baregehên sereke yên li Sûriyeyê jî li xwe digire. Lêbelê, peymana perwerdehiyê ya heyî, çarçoveyekê ji bo bicihkirineke bi vî rengî peyda nake.

Li gel van hevkariyan, fikarên derbarê rûbirûbûneke mihtemel a di navbera Tirkiye û Îsraîlê de li Sûriyeyê, hîn jî berdewam in.

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.