Îsraîlê avahiya civîna Hemasê ya Dohayê bombe kir

Îsraîlê avahiya civîna Hemasê ya Dohayê bombe kir

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid el-Ensarî ragihand ku ew bi tundî êrîşa Îsraîlê ya li ser serkirdeyên Hemasê yên li Dohayê şermezar dikin, ku ji bo gotûbêjkirina pêşniyaza agirbestê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump hatibûn cem hev.

Îsraîlê li Doha ya paytexta Qeterê, serkirdeyên Hemasê yên di civînê de bûn kir armanc. Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku êrîşên îro operasyoneke serbixwe ya Îsraîlê ye û hemû berpirsiya wê digrin ser xwe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid el-Ensarî, "bi tundî" êrîşa li ser avahiya ku çend endamên nivîsgeha siyasî ya Hemasê lê diman şermezar kir û got, "Ev êrîşa sûc, binpêkirineke eşkere ye ji hemû hiqûq û normên navneteweyî re û metirsiyeke mezin li ser ewlekariya xelkê Qeterê û kesên ku li Qeterê dijîn çêdike."

El-Ensarî diyar kir, "Qeter vê êrîşê bi tundî şermezar dike û tekez dike ku wê reftarên Îsraîlê yên bêtir û bêtir ewlehiya herêmê dixe metirsiyê.”

Li aliyê din Hemasê jî ragihand ku Serokê Hemasê Xelîl el-Xeyya ji êrîşê sax rizgar bûye.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.