Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rubio serdana Antalyayê kir!

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rubio serdana Antalyayê kir!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di çarçoveya Civîna Nefermî ya Wezîrên Derve yên NATOyê de serdana Antalyayê kir.

Rubio doh bi balafireke taybet li Balafirgeha Antalyayê daket.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rubio wê beşdarî Civîna Nefermî ya Wezîrên Derve yên NATOyê bibe ku wê li Navenda Kongreya NESTê ya li Herêma Tûrîzmê ya Belekê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê lidarxistin, were lidarxistin û wê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re jî bicive.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.