Serok Barzanî: Yekîtî, têkoşîna li dijî madeyên hişbir û aştiyê girîng e ji bo pêşeroja Kurdistanê

Serok Barzanî: Yekîtî, têkoşîna li dijî madeyên hişbir û aştiyê girîng e ji bo pêşeroja Kurdistanê

PeyamaKurd – Serok Barzanî di kongreya yekgirtina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê de daxuyaniyên girîng da. 

Wî tekez kir ku yekbûna her du yekîtiyan dê erkên wan hêsantir û serkeftîtir bike, ji ber ku ew ê bi hev re xebatê bikin û hevûdu temam bikin. 

Barzanî rola xwendekar û ciwanan di şoreşên Îlon û Gulanê û şerê li dijî DAIŞê de bi bîr xist û baweriya xwe anî ziman ku ew ê di pêşerojê de jî roleke mezintir bilîzin.

Barzanî diyar kir ku aramiya Iraqê bi vegerandina prensîbên şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê ve girêdayî ye, ku piştî 2003yan bingeha Iraqê bûn. 

Wî rexne kir ku budçeya Herêma Kurdistanê bi temamî nayê şandin û mûçe weke armanca têkoşîna gelê Kurd têne biçûkxistin. 

Wî got, têkoşîn ne tenê ji bo mûçeyan e û ev nêzîkatî di bin bandora hin partiyên herêmî de ye. 

Barzanî tekez kir ku pirsgirêka mûçeyan divê çareser bibe û got, 

“Ger şeref û biryardariya te hebe, budce her tim heye.”

Barzanî şerê li dijî madeyên hişber weke şerekî xeternak bi nav kir, ji ber ku armanca wê lawazkirina bawerî û hêviya civaka Kurd e. 

Wî bang kir ku ev têkoşîn bi cidiyet bê kirin û bi tundî li dijî vê diyardeyê şer bê kirin.

Barzanî got, hilbijartinên Cotmeha 2024an giraniya aliyên siyasî nîşan da. 

Wî rexne kir ku hin kes bi gilîkirinê rewaşiya herêmê binpê dikin û tekez kir ku Iraq divê bi federalîzmê re bi rêzdarî nêzîk bibe. 

Wî daxwaz kir ku hikûmeta pêşerojê ya Herêma Kurdistanê li ser bingeha yek herêm, yek hikûmet, yek Parlamento û hêzên Pêşmerge bê avakirin, ne li ser bingeha dabeşkirinê.

Serok Barzanî li ser pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê got, ev pêvajo ji berê cuda ye, ji ber ku hikûmet û opozisyon li ser hemfikir in. 

Wî amadebûna xwe ji bo piştgirîkirina vê pêvajoyê dubare kir û got,

 “Gava rêya aştiyê hebe, şer xiyanet e.” 

Wî hêviya xwe anî ziman ku pêvajo serkeftî be.

 

 

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.