Putin navên ku wê di danûstandinên bi Ukraynayê re nûnertiya Rûsyayê bikin pesend kir

PeyamaKurd - Kremlinê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn navên ku wê di danûstandinên bi Ukraynayê re ku wê îro li Tirkiyê li Stenbolê pêk werin, nûnertiya Rûsyayê bikin, pesend kiriye.
Di daxuyaniyeke ji aliyê Qesra Kremlinê ve hat ragihandin ku Putin fermana li ser hevdîtinên Rûsya-Ukraynayê yên li Stenbolê îmze kiriye û Şêwirmendê Putin Vladimir Medinsky wê serokatiya şandeya Rûsyayê bike.
Hate diyarkirin ku şande wê ji Cîgirê Wezîrê Karên Derve Mîxaîl Galuzîn, Serokê Fermandariya Giştî Îgor Kostyukov û Cîgirê Wezîrê Parastinê Aleksandr Fomîn pêk were.
Li gorî agahiyan, di nav pisporên di şandeyê de Cîgirê Serokê Daîreya Ragihandinê ya Serfermandariya Giştî ya Rûsyayê Aleksandr Zorin, Cîgirê Serokê Daîreya Siyaseta Dewletê ya Mirovî ya Rêveberiya Serokkomariyê Yevgeniya Podobreyevskaya, herwiha Rêvebirê Daîreya Duyemîn a Civaka Dewletên Serbixwe ya Wezareta Karên Derve Aleksandr Polishchyuk û Cîgirê Serokê Rêveberiya Sereke ya Hevkariya Leşkerî ya Navneteweyî ya Wezareta Parastinê Vladimir Shevtsov hene.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Ukraynayê de, navên wê di danûstandinên ku wê li Ofîsa Dolmabahçe ya Serokkomariyê ya li Stenbolê werin lidarxistin de Ukraynayê temsîl bikin, hatine eşkerekirin.
Şandeyê wê ji Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andrii Sybiha, Serokê Ofîsa Serokkomarê Ukraynayê Andriy Yermak, Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov, Şêwirmendê Serokkomarê Ukraynayê Ihor Jovkva û gelek berpirsên din pêk were.
Serokkomar Zelensky bi xwe beşdarî danûstandinan nabe. Tê payîn ku Zelensky li Enqerê bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinê bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ku behsa îhtîmala hatina Stenbolê kir, roja Înê Wezîrê Derve Marco Rubio dişîne Stenbolê. Tê payîn ku Nûnerê Taybet ê Trump ê ji bo Ukrayna û Rûsyayê Keith Kellogg û Nûnerê Taybet ê wî yê ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff jî bi Rubio re bin.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.




