Perçên İHAyê ketin Erbîlê û lêpirsîna ketina perçeyan dewam dike

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li devera Şemamokê perçên 2 İHAyan ketin erdê. Li gor ragihandina Rûdawê; piştî ketina perçan hêzên ewlehiyê çûne deverê û li ser perçan lêkolînê dikin. Tîmên çûne ciyê bûyerê perçên İHAyan civandine û ji bo analîza teknîkî wê teslîmê ciyên pêwendîdar bikin.
Kesekî şahidê bûyerê bo Rûdawê gotiye ku perçeyekî ketiye gundê Surbeşê û ya dinê ketiye nêzî bajarokê Pîr Dawûdê.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




