Droneke bombebarkirî li Kampa Derkarê ya li Zaxoyê ket

Droneke bombebarkirî li Kampa Derkarê ya li Zaxoyê ket

PeyamaKurd – Şeva borî, li kampeke ku Êzîdî lê diman li navçeya Derkarê ya Rêveberiya Zaxoyê teqînek çêbû. Piştî teqînê agir li dibistanekê ket.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku droneke bombebarkirî li dibistanekê li kampê ketiye û ti qurbanî çênebûne.

Di daxuyaniyekê de ku Ajansa Dijî Terorê ya Kurdistanê derbarê bûyerê de da, hat gotin ku wesayîta hewayî ya bêmirov (UAV) ku di saet 00:30ê şevê de li Kampa Derkarê ya ku di nav sînorên navçeya Derkarê ya Zaxoyê de ye ket, "droneke bombebarkirî" bû.

Di daxuyaniyek nivîskî de ku ji aliyê Ajansa Dijî Terorê ya Kurdistanê ve hat dayîn, hat gotin ku "Li gorî agahiyên ku ji aliyê Ajansa Dijî Terorê ya Kurdistanê ve hatine bidestxistin, droneke bombebarkirî li Kampa Derkarê ya di nav sînorên Rêveberiya Xweser a Derkarê de ket. Ji bilî zerara madî, di bûyerê de tu qurbanî çênebûn."

Kampa ku armanca êrîşê bû, herêmeke niştecihbûnê bû ku Kurdên Êzîdî yên ku ji ber êrîşên DAIŞê yên di sala 2014an de ji Şingalê koç kiribûn lê diman.

Rêvebirê Navçeya Derkarê Ceweher Muhammed diyar kiriye, "Hîn jî gelek kes li kampê dijîn. Drone li nêzîkî avahiya dibistanê ya di nav kampê de ket. Agir ji aliyê dezgeha agirkujiyê ve hate vemirandin. Tu qurbanî tune bûn."

Muhammed herwiha gotiye, "Hê nayê zanîn ku drone ji ku hatiye û ya kê ye. Ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê lêkolînkirin. Ev cara yekem e ku kamp û navçeya me dibin hedefa êrîşan."

Berdevkê Yekîneya Parastina Sivîl a Zaxoyê jî daye zanîn, "Sê wesayîtên agirkujiyê ji bo vemirandina agir hatin şandin, agir li aliyekî avahiya dibistanê derket."

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.