Hevserokê DEM Partîyê yê Batmanê koça dawî kir

Hevserokê DEM Partîyê yê Batmanê koça dawî kir

PeyamaKurd – Şevê din Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya bajarê Batmanê Mustafa Mesut Tekik, ji ber krîza dil koça dawî kir.

DEM Partiyê peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand, Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Batmanê Mustafa Mesut Tekik, derengiya şeva borî ji ber krîza dil koça dawiyê kiriye.

Hate diyarkirin, Tekik piştî krîza dil ji bo Nexweşxaneya Siyami Ersek a li Stenbolê hatiye veguhestin, lê tevî hewldanên jî jiyana ji dest daye.

DEM Partiyê da xuyakirin, Mustafa Mesut Tekik di tevahiya jiyana xwe de kar ji bo wekhevî, azadî û dadperweriyê kiriye û ji bo partiya xwe û ji bo gelê xwe hevalekî pir hêja bûye.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.