Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack axivîn: Divê pirsgirêk bi hevfêmkirinê bên çareserkirin

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Sûriyeyê Thomas Barrack pêwendiyeke telefonî pêkanîn û diyar kirin, pirsgirêkên herêmê dikarin bi diyalog û hevfêmkirinê bên çareserkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî îro 21ê Cotmeha 2025ê bi rêya telefonê bi Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack re axivî.
Hate diyarkirin, herdu aliyan rewşa Sûriyeyê û pêşketinên dawiyê yên deverê nîqaş kirin û hevnerîn bûn ku, divê pirsgirêkên herêmê bi rêya diyalog û hevfêmkirinê bên çareserkirin.
Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Thomas Barrack spasî û rêzên xwe ji bo rola Nêçîrvan Barzanî û hevkarî û alîkariyên wî bi Şamê re ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan li Sûriyeyê tekez kir û daxwaza berdewamiya rola wî ya erênî jê kir.”
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.




