Serok Barzanî pêşwazî li Serfermandarê Iraqê û şanda pê re kir: Sînorên Sûriye-Iraqê hat gotûbêjkirin

Serok Barzanî pêşwazî li Serfermandarê Iraqê û şanda pê re kir: Sînorên Sûriye-Iraqê hat gotûbêjkirin

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 21ê Cotmehê li Pîrmamê pêşwazî li Serfermandarê Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarelah û şanda li gel kir ku ji hejmarek payebilindên leşkerî û ewlehî yên Iraqê jî amade bûn.

Di wê hevdîtinê de pêywendiyên di navbera artêşa Iraq û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hatin behs kirin, taybet li navçeyên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê û hemahengî û lihevtêgehştina herdu aliyan a ji bo parastina ewlehiya Iraqê bi giştî û navçeyên sînorî bi taybet.

Herwiha hevkarî û hemahengiya hêzên hevpeymaniya navneteweyî bo artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge û pêywendiyên leşkerî yên di navbera Iraq û Amerîkayê di çarçoveya rêkeftina ewlehiyê ya herdu aliyan û metirsiyên serhildana terorê û rewşa ewlehiya Sûriyê û sînorên li gel Iraq hatin gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de behsa egera serîhildana DAIŞê hat kirin ku hîn jî metirsiyên mezin in li ser ewlekarî û aramiya navçeyê. Ji bo vê mebestê, pêwîstiya berdewamiya alîkariya hevpeymaniyê ji bo artêşa Iraqê û Pêşmergeyan û xurtkirina hevkariya hevbeş a di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de girîng hat nirxandin.

Herwiha bidawîhatina mîsyona hevpeymaniyê di Îlona sala bê de û metirsî û îhtimalên rewşa piştî wê qonaxê jî hatin axaftin.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.