Mazlûm Ebdî: Em dixebitin ku xelkê Efrîn, Kobanî, Serêkaniyê û Girî Spî vegerînin

PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku ew niha di danûstandinên ligel Şamê de, hewl didin hemû xelkê resen ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi awayekî rûmet vegerînin cih û warên wan.
Ebdî ji medyaya Rojavayê Kurdistanê re da xuyakirin ku hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên beriya niha di nav HSD û Asayîşê de cî girtine û ji ber hin sedeman neçar bûne derkevin derveyî Sûriyeyê jî êdî dikarin vegerin û ciwan dikarin vegerin ser erkên xwe yên berê.
Ebdî destnîşan kir ku ew niha li ser dixebitin ku di demeke herî zû de gelê Kobanî, Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî yên vegerînin ser cih û warên wan.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.




