Li Semsûrê mînîbus welgeriya: 4 ji wan zarok 5 kes birîndar bûn

Li Semsûrê mînîbus welgeriya: 4 ji wan zarok 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li ser riya bajarê Semsûrê û navçeya Kolikê nêzîkî qada fuarê, mînîbuseke bi plakaya 02 BC 124 ku N.Ü. ew diajot, ji kontrolê derket û welgeriya.

Hat ragihandin ku ji ber qezayê 5 kes birîndar bûn û 4 ji wan zarok in.

Kesên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê. 

Piştî qezayê hat diyarkirin ku ji birîndaran, birîna Mert Ü. (3) xedar e û xetereya li ser jiyana wî didome.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.