Li Bedlîsê 12 koçber hatin desteserkirin û 2 kesan jî şandin zîndanê

Li Bedlîsê 12 koçber hatin desteserkirin û 2 kesan jî şandin zîndanê

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê ji bo ber li derbasbûna koberên biyanî bigrin, di kontrolê de, di kasa kamyonetekî de 12 kesên koçber hatin girtin. 2 kesên dê wan derbasî Ewrûpayê bikirina, bi biryara dadgehê wan şandin zîndanê.

Li gor ragihandina parêzgeha bajarê Bedlîsê; rêvebiriya asayîşa bajêr beşa têkoşîna bi karên qaçax re û rêvebiriya deriyên sînoran û tîmên îstîxbaratê ji bo ber li koçberan bigrin xebatekî kirine û 12 koçber û 2 organîzator hatine girtin.

Organîzatoran derxistine ber dadger û wan şandine zîndanê. 12 koçber, ji bo wan dersînor bikin wan birine Rêvebiirya Karên Koçê ya bajarê Bedlîsê.

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.