Li Norşênê xebatên aşîkirina nexweşîna Şapê dewam dikin

Li Norşênê xebatên aşîkirina nexweşîna Şapê dewam dikin

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Norşênê (Güroymak) tîmên rêvebiriya çandiniyê û daristanê yên navçê xebatên xwe yên ji bo deqandina (aşîkirina) nexweşîna Şapê ya heywanan dewam dike.

Di demên dawiyê de nexweşîna Şapê di nava ajalan de zêde belave bûye û nexweşînekî wisaye ku ji heywanan derbasî heywanan dibe.

Niha tîmên navborî bi serpereştiya veterîneran gund û gund digerin, heywanan kontrol dikin û ji bo nexweşîn bela nebe, xebatên xwe yên aşîkirina heywanan dewam dikin. Rêvebirê navçê Mehmet Reşit Kardaş, ragihandiye ku xebata niha di çarçova xebatên Payîzê yên sala 2025an bo heywanan tên kirin dewam dike û gotiye:

“Aşiya Şapê û ya Brusella bo heywanan gelek girînge ji ber nexweşîn dibin sedema kêmbûna bereketa heywanan û aboriya milletê jî kêm dixin. Hem ji bo heywanan bişînin dereka dinê, aşiya Şapê pêwiste da nexweşîn belav nebe. Ji bo karibin desteka dewletê ya ji bo golikan jî bistînin, divê aşiyên wan temam bin…”

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.