Li Maraşê kesekî jina xwe û xesûya xwe ya berê kuşt û keça jina xwe jî birîndar kir

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Dulkadiroğlu kesê bi navê Hakan Y. li taxa Ballıcayê bi jina xwe ya berê ya bi navê F.F.G.(45) û xesûya xwe G.G.(62) ya berê re munaqeşe kir. Bi demançê her duyan kuşt û keça jina xwe E.G.(19) jî birîndar kir.
Sedema munaqeşa wan nehat zanîn lê dema tîmên tenduristiyê û polîs gihan ciyê bûyerê, dîtin ku G.G jiyana xwe ji dest daye. Bi ambûlansan F.F.G. û E.G. birin nexweşxanê.
Li nexweşxanê F.F.G, jî jiyana xwe ji dest da. Rewşa E.G. baş nîne û jiyana wê di talûkê de ye.
Polîs ketiye pey gumanbar Hakan Y. da ew bigrin.
Ev nivîs 19 car hatiye xwendin.




