Ji Wezareta Berevaniya Tirkiyê daxuyaniya awayê çekdanîna PKKê: Mekanîzmayek tê avakirin

Ji Wezareta Berevaniya Tirkiyê daxuyaniya awayê çekdanîna PKKê: Mekanîzmayek tê avakirin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê Zekî Akturk, li ser biryara danîna çekan a PKKê ragihand ku ew li qadê pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin û dê mekanîzmayek ligel welatên herêmê bê avakirin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser pirsa rojnamevanan got: “Li qadê operasyonên lêgerîn û tunekirina şikeft, wargeh û teqemeniyan berdewam dikin. Em li qadê pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin.”

Akturk da zanîn ku di mijara radestkirina çekan de, dê ji aliyê yekîneyên pêwendîdar ên dewleta Tirkiyeyê ve bi hevahengiya welatên herêmê mekanîzmayek were avakirin û wiha pê de çû:

“Rêxistina PKKê ragihand ku xwe fesih kiriye û biryara danîna çekan daye. Em tekez dikin ku divê biryara hatiye wergirtin demildest were bicihanîn. Gavên berbiçav ên ku li qadê dê bên avêtin ji nêzîk ve werin şopandin. Provokasyonên devkî û kiryarî jî di nav de em li dijî her cure rewşên ku dikarin pêvajoyê têk bidin, baldar û amade ne.”

PKKê li ser banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê, 12ê Gulanê ragihand ku wan Kongreya xwe ya 12emîn civandiye û biryara hilweşandin û çekdanîna PKKê daye ku bi wî navê hemû xebat hatine bidawîkirin.

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.