Li Hewlêrê Çaremîn Festîvala Gul û Baxçeyan dest pê kir

PeyamaKurd - Parêzgariya Hewlêrê ragihand ku bi amadebûna Wezîrê Şaredariyê yê çandiniyê Sasan Ewnî, parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, qaymeqamê qeza navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulah û Serokê şaredariya Hewlêrê Karzan Ebdulhadî û hejmareke din ji berpirsên îdarî û Hikûmî, ji aliyê birêveberiya endazeya parkan, li qadên berderê parka Şanedar, Çaremîn Festîvala Gul û Baxçe, bi beşdariya 40 kompanî û şitilên cuda hatiye vekirin.
Hate diyar kirin ku ev festîval dê heta 3 rojan berdewam bike.
Di festîvalê de piraniya wan gulên ku hatine numayîşkirin li Kurdistanê hatine berhemanîn û ji aliyê gulvanan ve girîngî jê re hatine dayîn, beşek ji wan jî ji derve hatine.
Wezîrê şaredariyê û parêzgarê Hewlêrê, spasî û destxweşî li sazkar û rêxistinan û beşdarên festîvalê kirin û hêviya serkeftinê ji wan re xwestin.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




