Li Hewlêrê dronek hat xistin

PeyamaKurd – Balafireke bêmirov a çekdarî (UCAV) ji aliyê hêzên hevpeymaniya navneteweyî ve li Hewlêrê hate xistin.
Di demekê de ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dikeve roja xwe ya çaremîn, şeva 16ê Hezîranê li Hewlêrê balafireke bêpîlot ji aliyê pergala parastina hewayî ve hate xistin û bêbandorkirin.
Di encama xistina balafira bêmirov (DHA) de teqînek çêbû.
Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê yên li herêmê gihîştin cihê bûyerê.
Li gorî agahiyên ku K24 bi dest xistiye, di bûyerê de ti ziyanek giyanî çênebûye.





