Li Şingalê êrîşî ofîsa berbijêrê PDKyê hate kirin

PeyamaKurd – Komek çekdar îro, 16ê Cotmeha 2025an, li bajarê Şingalê êrîş birin ser ofîsa berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, Mehma Xelîl û ofîsa wî şewitandin.
Mehma Xelîlê ku berbijêrê PDKyê ye di bazineya Nînowayê de, di daxuyaniyekê de ragihand ku bûyer piştî nîvê şevê, derdora saet 12an qewimiye. Xelîl êrîşkar wek "hilgirên ramanên DAIŞê" bi nav kir û da zanîn ku wan poster û tabelayên wî yên taybet bi kampanyaya hilbijartinê jî şewitandine.
Berbijêrê PDKyê ev kiryar wek "tirsonek" bi nav kir, şermezar kir û got, "Ev kiryar delîl e ku komên terorîst ji kesên dilsoz ên herêma Şingalê hez nakin."
Xelîl herweha tekez kir ku ev cure karên tundûtûjiyê dê wî ji xizmetkirina xelkê Şingalê û xebata ji bo pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên olî, etnîkî û mezhebî yên parêzgeha Nînowayê de sar neke. Berevajî vê, wî got ku ew ê di karê xwe de "rijd û qahîmtir û dijwartir" be.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Mehma Xelîl daxwaz ji dezgehên ewlehiyê kir ku lêkolîneke cidî li ser bûyerê bikin û kesên ku ev êrîş pêk anîne, bigirin û radestî dadgehê bikin.
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.




