Hewlêr | Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, PDK ahengeke mezin a bangewaziya hilbijartinê li dar dixe

Hewlêr | Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, PDK ahengeke mezin a bangewaziya hilbijartinê li dar dixe

PeyamaKurd – Îro Pêncşemê, 16ê Cotmeha 2025an, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiyê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, ahengeke mezin a girseyî ji bo bangewaziya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li Hewlêra paytext saz dike.

Ev aheng di çarçoveya bangewaziya hilbijartinê ya Lîsteya 275ê PDKyê de ye, ku bi awayekî fermî di 12ê mehê de bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî dest pê kiribû. Di merasîma destpêkê de, tevahiya serkirde û berbijêrên partiyê amade bûn.

Di ahenga îro de, her 30 berbijêrên PDKyê ji bo gera 6em a Parlamentoya Iraqê amade ne û tê çaverêkirin ku zêdetirî 7 hezar endam, alîgir û birêvebirên partiyê ji bo nîşandana piştgiriya xwe beşdar bibin.

Amarên dengdêran li parêzgehên Herêma Kurdistanê:

Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, hejmara kesên ku mafê wan ê dengdanê heye li parêzgehan weha ye:

Hewlêr: Bi giştî 1,087,880 dengdêr hene, ku ji wan 1,002,000 dengderên giştî û 85,793 jî dengderên taybet in.

Silêmanî: Bi giştî 1,201,846 dengdêr hene, ku ji wan 1,119,111 dengderên giştî û 82,547 jî dengderên taybet in.

Dihok: Bi giştî 778,846 dengdêr hene, ku ji wan 722,853 dengderên giştî û 55,993 jî dengderên taybet in.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.