48 malbat ji kampa li Hesekê ber bi bajarê xwe Dêra Zorê ve çûn

48 malbat ji kampa li Hesekê ber bi bajarê xwe Dêra Zorê ve çûn

PeyamaKurd – 48 malbatên koçber ji Kampa el-Erîşa, ku li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê derketin da ku vegerin cihên xwe yên  li parêzgeha Dêra Zorê û gundewarên wê.

Hat ragihandin ku ev tevger wekî beşek ji bernameya vegera dilxwazî ya ku ji hêla Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve tê çavdêrîkirin, bi hevahengiya rêveberiya kampê pêk hat.

Hevseroka Kampa el-Erîşa, Selwa Jojoyê ji North Pressa Rojavayê Kurdistanê re got ku ev malbat bi tevahî 280 kes in û ji Dêra Zorê û derdora wê ne.

Wê tekez kir ku pêvajoya vegerê di bin çavdêriya rasterast a nûnerên UNHCRê de hate kirin.

Wê her weha diyar kir ku ev koma 11an e ku di bin bernameya UNHCRê de kampê terk dike. Koma berê, ku ji 51 malbatan (244 kes) pêk dihat, di 22yê Hezîranê de derket.

Li gorî Jojoyê, hejmara giştî ya komên ku heta niha ji Kampa el-Erîşa derketine gihîştiye 13an.

Kampa el-Erîşa niha bi sedan malbatên koçber ên ji deverên cuda yên Sûriyeyê dihewîne. Ji bo kesên ku dixwazin vegerin deverên xwe yên resen, bi taybetî Dêra Zorê û derdora wê, operasyonên vegerê yên bi dilxwazî bi rêkûpêk têne lidarxistin.

Ev hewldan piştî biryareke AANESê tên kirin ji bo hêsankirina vegera bi dilxwazî ya hemî koçberên Sûrî ji kampan.

Ji dema hilweşîna rejîma berê ya Sûriyeyê ve, zêdetirî 12,000 kesên koçber bi rêya bernameya vegera dilxwazî vegeriyane cihên xwe yên berê.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.