Otomobîl li hespê xist, hem hesp mir û hem kesê di otomobîlê de mir

Otomobîl li hespê xist, hem hesp mir û hem kesê di otomobîlê de mir

PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Bingöl) li navça Kanîreşê (Karlıova) nêzî gundê Ezîzan (Susurağı) otomobîlekî li hespê xist, hesp mir û kesê di otomobîlê de birîndar bû.

Li ser rêya Çewlik û Kanîşerê dema otomobîl di rêya xwe de diçû, ji nîşka de hespekî derket pêşiya otomobîlê û li hespê xist. Di qezayê de kesê di otomobîlê de yê bi navê A.K. giran birîndar bû.

Tîmên 112an çûn ciyê bûyerê û A.K. birin nexweşxana dewletê ya Kanîreşê. Lê birîndar li nexweşxanê can da.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.