Serokwezîrê Iraqê Sûdanî 79em avakirina salvegera PDKê pîroz kir

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî 79em avakirina salvegera PDKê pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani, 79em salvegera avakirina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pîroz kir. Sudanî di peyama xwe de got ku PDK, bi sekin û tewrê xwe yê li hemberê dîtatoriyetê û di avakirina Iraqekî demokratik de roleka girîng leyîstiye.

Peyama pîrozbahiyê ji aliyê ofîsa serokwezîrtiya Iraqê de hat belav kirin û Sudanî di peyamê de bangî serok Mesûd Barzanî kir û weha got:

“Divê rola navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ya têkoşînê û bi hêzên netewî re tewrê ku li hemberê dîktatoriyê nîşan daye û rola wê ya merkezî ya di avakirina Iraqekî demokratik de nê jibîrkirin.”

Sudanî, di peyama xwe de got ku temamê serkeftinan bi desteka xelkê Iraqê hatine bidestxistin û parastina wan gelek girîng e.

Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.