Parlementera Kurd Gülistan Kılıç di meclisê de dema bi Kurdî axifî mîkrofona wê girtin

PeyamaKurd – Parlementera DEM Partiyê Gülistan Kılıç Koçyiğit, dema di meclisa Tirkiyê de (TBMM) bi Kurmancî axifî parlementerê partiya MHPê Celal Adan ku wekîlê serokê meclisa Tirkiyê ye, mikrofona wê girt. Koçyiğit got:
“Birêz serokê meclisê û parlementeran! Dîsa mikrofona min girtin û mindî. Bila bikeve qeydiyên meclisê. Dixwazim bêjim înşalllah van rojan li paş me bimînin.”
Cîgira serokê grûba DEM Partiyê ya meclisa Tirkiyê parlementer Gülistan Koçyiğit, bi sedema 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdiye mafê axaftinê sitend, balê kişand ser qedexeya ser zimanê Kurdî û got ku ew di pêvajoya demokrasiyê de ne.
Koçyiğit perwerda di zimanê bav û kalan û bikaranîna zimanê Kurdî di dam û dezgeyên xizmeta giştî de, xist rojeva meclisê û got:
“Van daxwazan anîna mafên bingehîn ya civakê ya ser zimane, krîmînalîzekirina ziman ne raste û ne raste ku em ziman ji binî hesab nekin. Zimanê xelkekî şarefa wî û jiyana wî xelkiye. Em ê têkoşîna xwe ya jiyana bi serbilindî heya karibin biparêzin. Cejna zimanê Kurdî pîroz be.”
Di dema Koçyiğit bi Kurdî got: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be, wekîlê serokê meclisê Adan mikrofona Koçyiğitê girt.
Koçyiğit, hişyariyê da wekîlê serokê mclisê û xwest bikeve qeydiyên meclisê. Li ser bertekê mikrofona Koçyiğit bi fermana Adan vekirin û Koçyiğit, weha dewam kir:
“Wê mikrofon nên girtin. Wê her xeşlk bi zimanê xwe karibe di vê meclisê de bi zimanê xwe xîtab bike û ez hêvîdarim ku em ê wan rojan bi hevre ava bikin.”
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




