Rayedarên zîndana Mahabadê girtiyê Kurd ê siyasî Aşkan Fehîm derman nakin

PeyamaKurd – Rayedarên zîndana Mahabadê girtiyê Kurd ê siyasî Aşkan Fehîm ku cezayê xwe yê zîndanê dikşîne, derman nakin û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Hêzên ewlehiyê her weha mafên wî yên tehliya bi şert û îzna tenduristiyê çend caran red kirine.
Li gor ragihandina Hengawê; rewşa tenduristiya Fehîm xerab bûye, dilê wî nexweşe, serêşa wî heye û pirsgirêka wî ya dîtinê heye. Rayedarên zîndanê ew naşînin nexweşxanê û îzna tenduristiyê nadinê.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.




