Li nexweşxanê êrîşê doktor û wezîfedarê ewlehiyê kirin

Li nexweşxanê êrîşê doktor û wezîfedarê ewlehiyê kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li nexweşxana dewletê ya Balıklıgölê, di beşa lezgîn de bûyerekî qewimî. Nexweşekî nasnama wî nediyar bi kêrê êrîşê doktorê beşê kir û wezîfedarekî ewlehiyê bi doktor re birîndar kir. Hat ragihandin ku rewşa wezîfedarê ewlehiyê baş nîne.

Nexweşê nasnama wî nediyar diçe beşa lezgîn ya nexweşxanê û bi doktor İsmail A. re munaqeşe dike. Li ser zêdebûna munaqeşê wezîfedarê ewlehiyê Harun P. mudaxeleyê rewşê dike û nexweş kêrê lê dikşîne, di gewriya wezîfedar de lê dixe. Paşî jî doktor İsmail A. birîndar dike.

Birîndar Harun P. piştî dermankirina li heman nexweşxanê ew bi ambûlansê dibin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Mehmet Akif İnan. Jiyana Harun P. di xeterê de ye.

Piştî bûyerê polîs êrîşker digrin û dixin binçav. Lêpirsîna wî dewam dike.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.