Rejîma Îranê kolberek qetil kir û yek jî birîndar kir, welatiyekî din jî bi êşkenceyê hat qetilkirin

PeyamaKurd – Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, çekdarên rejîma Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê bajarê Banê êrîşek li dijî kolberan pêk anîn û li parêzgeha Kirmaşanê jî Kurdek di bin êşkenceyê de qetilkirin.
Kolberek li Banê hat qetilkirin û yek jî hat birîndarkirin
Sibêha roja Şemî, 28ê Hezîrana 2025an, Seywan Ebdulahzade, kolberekî 20 salî yê xelkê gundê Hewttaşê yê Banê, li bilindahiyên sînorê Avperê ji ber ku çekdarên rejîmê ew kirin hedefa rasterast hate qetilkirin û can da. Her weha di heman bûyerê de, kolberekî ji gundê Kêleşîn ê Seqizê, yê bi navê "Husên" jî birîndar bû ku birîna wî jî xedar e.
Hate ragihandin ku her du kolber bêyî bên hişyarkirin bûn hedefa çekdarên rejîmê û 10 hespên wan jî di heman êrîşê de hatin qetilkirin.
Kurdek li Kirmanşanê bi êşkenceyê hat qetilkirin
Li Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê jî Fûad Elîxanî, Kurdekî 41 salî yê xelkê gundê Dereke yê Mayeştê, roja Duşemî, 23hê Hezîrana 2025an, di bin êşkenceyên dijwar ên hêzên Spaha Pasdaran de li girtîgeheke çekdaran hate kuştin.
Fûad Elîxanî roja Yekşemê, 21ê Hezîranê, li xala lêkolînê ya "Azadigan"ê li ser rêya Kirmaşan-Mayeştê ji ber redkirina dayîna telefona xwe hatibû girtin. Li gorî çavkaniyên nêzî malbatê, nîşanên êşkenceyê li ser laşê wî diyar bûn û parsûyên wî jî hatibûn şikandin.
Hat ragihandin ku Spaha Pasdaran piştî 24 demjimêran malbat agahdar kir ku cendekê Elîxanî li nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê ye. Cendekê wî roja Sêşemê bo bijîşkiya edlî hate veguhestin û roja Çarşemê jî hat veşartin.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




