Saxewan Ebdullah bang li Kerkûkiyan dike: Ji bo paseroja bajarê xwe, vegerin û dengê xwe bidin

Saxewan Ebdullah bang li Kerkûkiyan dike: Ji bo paseroja bajarê xwe, vegerin û dengê xwe bidin

 PeyamaKurd – Di demekê de ku bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dikeve roja xwe ya dawî, Serokê Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah, bi peyameke giring bang li hemû welatiyên Kerkûkê kir. Ebdullah xwest ku Kerkûkî, li her derê bin, roja dengdanê vegerin bajarê xwe û bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinê bibin da ku pêgeha Kurdan bihêztir bikin û destkeftiyên neteweyî misoger bikin.

Di kongreyeke rojnamevanî de ku duh, roja Înê, 7ê Mijdarê, hat lidarxistin, Şaxewan Ebdullah ragihand ku ew û lîsteya wan bi temamî pabendî rênimayên Serok Barzanî ne ji bo birêvebirina kampanyayeke aştiyane û dûrî aloziyan li Kerkûkê.

Wî got, "Tevî ku hin aliyan êrîşên ne rewa anîn ser PDKyê, me li gorî feraseta siyasî û rêbaza Serok Barzanî bersiv neda. Ev yek nîşana ciyawaziya di navbera me û partiyên din de ye."

Ebdullahê ku di hilbijartinên borî de yek ji dengên herî bilind li Kerkûkê bi dest xistibû, tekezî li ser giringiya dîrokî ya van hilbijartinan ji bo paşeroja Kerkûkê kir.

Ew pê de çû ku "Pêwîst e her welatiyekî Kerkûkê, li kîjan bajarî dibe bila bibe, roja dengdanê vegere û dengê xwe bide. Kerkûk li ber qonaxeke nû û destkefteke neteweyî ye. Divê em bi yekrêzî pêgeha xwe li vî bajarî xurttir bikin."

Weke Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Ebdullah da zanîn ku ew ê ji nêz ve çavdêriya proseya dengdanê û karên komîsyonê bikin da ku hilbijartineke şefaf, bêalî û demokratîk bi rê ve biçe.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.