Îsraîl: Nobela Aştiyê bidin Trump

Îsraîl: Nobela Aştiyê bidin Trump

PeyamaKurd- Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê bang kir ku Xelata Aştiyê ya Nobela 2025an bidin Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Li ser hesabê medyaya civakî yê Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê, banga dayîna Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2025an bo Serokê DYAyê Donald Trump hat kirin.

Di parvekirinê de hate gotin: "Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin Serokê DYAyê Trump. Wî heq kir!"

Herwiha, wêneyekî ku bi hişê çêkirî (AI) hatibû çêkirin û tê de Trump Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kiriye, cih girt.

Hêjayî gotinê ye, ev daxwaza Îsraîlê piştî serketina agirbesta navbera Îsraîl-Hemasê li Xezeyê hate kirin ku herdu aliyan jî plana Trump qebûl kir û qonaxa yekem a peymanê îro dest pê kir.

 

Ev nivîs 135 car hatiye xwendin.