Gayê hêrsbûyî yê filitî otomobîlek perçe kir

Gayê hêrsbûyî yê filitî otomobîlek perçe kir

PeyamaKurd- Li Spanyayê gayekî hêrsbûyî, ji rêça bazdanê ya festîvalê derket û otomobîleke ku parkkirî bû perçe kir.

Li bajarokê Tendilla yê parêzgeha Guadalajara ya li navenda Spanyayê, di çarçoveya "Festîvala Pîrozan a Parastinê" de, di dema bazdana gayan de, bûyer qewimî.

Otomobîla ku ji aliyê tûrîstekî ve li nêzî cihê festîvalê hatibû parkkirin, bû hedefa gayê hêrsbûyî.

Li gorî nûçeyên medya Spanyayê, gayek ji rêça bazdanê derket û êrîşî otomobîla ku parkkirî bû kir. Ew kêlî ji aliyê kamerayên amator ve hatin tomarkirin û di encamê de, li paş û aliyên wesayitê zirareke mezin çêbû.

Xwediyê otomobîlê ku tûrîst e, ji medyaya Spanyayê re got ku ew li herêmê najî û dema ku wesayita xwe di rewşeke wisa de dît, şok bûye. Xwediyê wesayîtê diyar kir ku ew nizane li herêmê festîval heye û ti nivîsên hişyariyê nedîtiye.

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.