Forûma 3yemîn a Perwerdehiya Herêma Kurdistanê, girîngiyê dide hişê çêkirî

Forûma 3yemîn a Perwerdehiya Herêma Kurdistanê, girîngiyê dide hişê çêkirî

PeyamaKurd – Îro, roja Pêncşemê, li Hewlêrê Forûma 3yemîn ya Perwerdehiya Kurdistanê dest pê kir. Forûma ku her sal ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê organîzekirin, hejmareke zêde akademîsyen, mamoste û xwendekarên ji Herêma Kurdistanê,  Iraqê û welatên din tev li dibin.

Mijara sereke ya forûma îsal "Fêrbûna Dîjîtal a Înteraktîf û Hişê Çêkirî ya di Perwerdehiyê de" ye. Armanca forûmê ew e ku nûjeniyên herî dawî di warê perwerdehiyê de bêne ronîkirin û stratejiyên ji bo entegrekirina teknolojî û hişê çêkirî ya di pêvajoya fêrbûnê de bêne nirxandin.

Di çarçoveya çalakiyê de, gotarên lêkolînê û xebatên pîşeyî bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatin pêşkêşkirin. Herweha, panelên nîqaşê li ser mijarên wekî bipêşxistina mifredatan (programa xwendinê) û rêbazên ji bo zêdekirina bandora hînkirinê hatin lidarxistin.

Beşdar bi girîngî li ser pêdiviyên perwerdehiya serdemê sekinîn û rêyên berfirehkirina derfetên fêrbûnê ji bo xwendekarên dibistan û zanîngehan li seranserê Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.