Nûrî Malikî: Li Iraqê hewla darbeyeke siyasî heye

Nûrî Malikî: Li Iraqê hewla darbeyeke siyasî heye

PeyamaKurd- Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê ya Iraqê Nûrî Malikî got ku li Iraqê hewla darbeyeke siyasî heye û diyar kir, “Şevşevokên tariyê hewl didin li ser pêvajoya siyasî ya li Iraqê darbeyê bikin.”

Nûrî Malik îro 8ê Îlonê di çarçoveya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de li Babîlê bi komeke serokên eşîran re civiya.

Malikî di civînê de ragihand ku parastina pêvajoya siyasî û berdewamkirina hewlên siyasî yên ji bo avakirina dewletê bingehên rêbaza Dewleta Yasayê pêk tînin û pêwîstiya berdewamkirina pêvajoya siyasî anî ziman.

Herwiha Malikî got: “Hevpeymaniya me rê nade ku dîktatorî, faşîzm, taîfetî, gorên komî û şerên bêwate vegerin. Armanc ew e ku Iraq bi hêz û saxlem be, bandora qeyranan lê nebe û em wê ji şer û rûbirûbûnan biparêzin.”

Malikî di beşeke din a axaftina xwe de behsa wê yekê kir ku "Iraq bi fetwaya mercîiyeta dînî bi ser DAIŞa terorîst de ser ket."

Malikî xwest ku destûr wekî bingeheke ji bo danûstandina di navbera Iraqiyan de û ji bo veguhastina aştiyane ya desthilatê bi rêya sindoqên dengdanê were pejirandin û got, "Serdema tank û pilangêriyan bi dawî bûye. Guhertin dê bi rêya sindoqa pîroz a hilbijartinan be."

Hêjayî gotinê ye, 11ê Çileya 2025an hilbijartina Parlamentoya Iraqê tê kirin.

Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.