Keça Kurd robotekî zîrek ê bi Wifi û ChatGPT dixebite çêkir

PeyamaKurd- Keça Kurd Lîzan Dizeyî, robotekî jîr û zîrek afirand ku pê Kurdistanê derbasî nav cîhana robotî ya jîr û zîrek a hişê çêkirî dike.
Wê robetê Lîzan bi WiFi û robotê sanal ê hişê çêkirî ChatGPT bixebite da ku karê rojane yê mirovan hêsantir bike.
Lîzan Dizeyî, keçeke Kurd a ji Hewlêrê ye, ku rûniştvana Holandayê ye û li Kurdistanê xwendekar e.
Li gorî nûçeya BasNewsê Lîzan li se vê afirîneriya xwe robotê hişê çêkirî goiyet: "Wekî yekem kes di nav Kurdan de, min fikra afirandina robotekî jîr danî. Mafê çêkirina wê robotê jî min wergirtiye ku navê wê jî Lizan Soulbot e.”
Lîzan a keça Kurd da zanîn: "Robot bi awayekî mîna mirovan hatiye sêwirandin û çêkirin û bi aqilê sûnî û hişê çêkirî dixebite, bi mirovan re hevaltiyê dike û hestên wan fêm dike."
Li gorî darêjan û dîzayna Lîzan, robot ne tenê software e, lê mîna mirovekî hîs dike û difikire, jîr e, mîna mirovekî hevaltiyê dike û alîkariyê dike û hin karên rojane dike.
Lîzan Dizeyî dibêje, robot li ser teknolojiya ChatGPTyê ango hişê zîrek ê AI hatiye çêkirin.
Parçeyên laşê robotê ji hêla Lîzan ve bi awayekî hatine sêwirandin ku ew mudaxeleyî karê rojane nake û dikare tiştên ku hûn dixwazin ji bo xwe bikin bi hêsanî û baş wekî mirovan bike.
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.




