Sefin Dizeyî: “Sekinandina îxracata petrolê li ser Kurdistanê bi 28 milyar dolarî bû mal”

Sefin Dizeyî: “Sekinandina îxracata petrolê li ser Kurdistanê bi 28 milyar dolarî bû mal”

PeyamaKurd – Berpirsê Ofîsa karên derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku Iraq ji bo ji Tirkiyê 1,5 milyar dolar pere bistîne, Iraqê û Herêma Kurdistanê 28 milyar dolarî xistiye zerarê.

Dizeyî di forma zankoya navdewletî ya Erbîlê de axifî û paşî pirsên rojnamevanan bersivand û got Herêma Kurdistanê dixebite da têkiliyên xwe yên aborî yên navdewletî xwurt bike. Dizeyî got ku di vê çarçovê de îsal heyetekî bazirganî ji Taylandê seredana Herêma Kurdistanê kiriye û got:

“Em dixwazin bi Taylandê re têkiliyên xwe yên aborî xwurt bikin û ji tecrubên wan fêde bibînin.”

Sefin Dizeyi ragihand ku bazara Herêma Kurdistanê bazarekî vekiriye û serbeste û weha got:

“Siyaseta me qedrê sektora taybet digre, dixwaze aboriyê bike cûr bi cûr û derî li veberhênerên ji welatên cuda veke.”

Sefîn Dizeyî behsa arîşeyên navbera Erbîl û Bexdayê kir û got ku di mehaneyan, dahata di derveyê petrolê de û îxracata petrolê de hevdîtin dewam dikin lê van arîşeyan di yek carê de zahmete ku çareser bibin. Dizeyî got ku ya girîng ew e ku muzakere dewam bikin û heyetên hevpar bi rêk û pêk bixebitin. Sefîn Dizeyî weha dewam kir:

“Piştî biryara Dadgeha navdewletî ya Parîsê, Tirkiye îxracata di borûa Tirkiyê Ceyhanê de da rawestandin. Biryara dadgehê wisa bû. Iraq û Tirkiye di dahata petrolê de 28 milyar dolar zerar kir. Di biryara dadgehê de digot ku Tirkiye 1,5 milyar dolar deyndarê Iraqê ye. Iraq bende bû ku 1,5 milyar doloarê xwe bistîne lê 28 milyar dolar zerar kir û ev kiryarekî mantiqî nîne.”

Dizeyî behsa êrîşên dronî yên ser sehayên petrola Kurdistanê kir û got ku bersiva DYAyê gelek tund bû. Wezîrê karên derve yê DYAyê di rêya telefonê de bi hukumeta Iraqê re axifî û tewrê xwe zelal danî ortê.

4 şîrketên ku ketin ber êrîşan, 2 ji wan yên DYAyê bûn û DYA mecbûren berjewendiyên xwe parast. Di êrîşan de rojane Herêma Kurdistanê 200 hezar bermîl hilberîna petrolê wenda kir.

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.