Iraqê hawirdekirina hemî berhemên mirîşkan qedexe kir

PeyamaKurd- Hikûmeta Iraqê ragihand ku ji bo parastina hilberînerên xwecihî û sektora mirîşkan, hawirdekirina hemî berhemên mirîşkan, tevî mirîşka cemidî û perçeyên wê, hatiye qedexekirin.
Wezareta Çandiniyê ya Iraqê diyar kir ku îtxalata mirîşka cemidî, perçeyên wê û hemî berhemên mirîşkan hatiye qedexekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku biryar, "di çarçoveya polîtîkaya parastina hilberînerên xwecihî û sektora mirîşkan de, li ser pêşniyara Wezîrê Çandiniyê Ebas Cebir el-Malikî hatiye girtin".
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Encûmena Aboriyê ya Kabîneyê biryar pejirandiye û biryar dê 45 roj piştî roja weşandina wê bikeve meriyetê, da ku derfet ji saziyên têkildar re were dayîn ku tedbîrên pêwîst bigirin.
Li gorî daneyên fermî, li seranserê Iraqê (ji bilî Herêma Kurdistanê) nêzîkî hezar û 200 çewlikên mirîşkan hene. Ji van çewlikan, 500 heb ji bo berhemên hêkan û 700 heb jî ji bo hilberîna mirîşkên goştî ne.
Ev nivîs 130 car hatiye xwendin.




