Êrîşkarê Îzmîrê: Ji malbata xwe re gotiye, ‘hûn kafir in’

Êrîşkarê Îzmîrê: Ji malbata xwe re gotiye, ‘hûn kafir in’

PeyamaKurd- Îro 8ê îlonê danê sibehê li navçeya Balçova ya Îzmîr a Tirkiyê ciwanekî 16 salî bi tivingekê êrîşî qereqola polîsan kir û di encamê de 2 polîs hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Ciwanê êrîşkar Eren B. yê ku li heman taxê xwendekarê lîseyê jî bû dema êrîşê ‘diruşma Allahu Ekber’ qêriya û bi guleyên polîsan hate birîndarkirin û desteserkirin. Êrîşkar piştre li nexweşxaneyê mir.

Hîn ti rêxistineke êrîş li xwe negirtiye, lê li gorî malbata wî ji medyayê re gotiye, "Kî dixwaze ku zarokê wan tiştekî wiha bike. Di demên dawî de kurê me diket malperên cuda. Dayika wî ew tirsand. Got, 'Ez dê te ji polîsan re bibêjim'.”

Herwiha malbatê daye zanîn, “Di rojên dawî de ji me hemûyan re digot 'hûn kafir in'. Tim nimêj dikir. Ew zarokekî tirsonek bû. Vê yekê em şok kirin. Xwezî me polîs ji malperên ku ew diketê agahdar bikira. Bila li telefona wî bikolin. Dê derkeve holê ku bi kê re di nav têkiliyê de bûye."

Hêjayî gotinê ye, li gorî dîmenan dema êrîşê de tê dîtin ku êrîşkar bi rûpûşa reş û çenteyekî tijî cebilxane çûye cihê bûyerê. Piştî ku ji lingê xwe birîndar dibe, êrîşkar ji çenteyê xwe bombeya dûxanê derdixe û diavêje.  Herwiha tê bihîstin ku êrîşkar piştî birîndar dibe gelek caran dibêje "Allahû Ekber" dibêje. Dîsa di telefona wî de jî alaya DAIŞê wekî wêne hatiye dîtin..

Ev nivîs 150 car hatiye xwendin.