Heleb | Asayîşa taxa Şêx Meqsûd endamekî PDK-Sê girt

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku endemekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Helebê ji aliyê Asayişa girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hate girtin.
Malbata endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Waêl Ebdîn Xelîl daye xuyakirin, piştî ku ji Herêma Kurdistanê vegeriyabû, roja 30yê Tebaxa borî li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji aliyê asayişa taxa Şêx Meqsûd ve hatiye girtin.
Li gorî agahiyên ku ji endamekî malbata Wael hatine girtin, Waêl Ebdîn Xelîl di meha borî de, piştî 10 salan ji Herêma Kurdistanê vegeriyabû gundê xwe Birbinê yê li herêma Efrînê, da ku serdana dayika xwe ya nexweş bike.
Hate diyarkirin, Waêl Xelîl roja 30yê Tebaxê, dema ku ji Efrînê ji bo serdana xizmên xwe çûbû taxa Şêx Meqsûd a Helebê, li wir hatiye girtin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.
Hêjayî gotinê ye, Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn û bi hezaran Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn. Ew tax di destê YPG/HSD de ye.
Ev nivîs 150 car hatiye xwendin.




