Leaf: Divê hinardeya petrola Kurdistanê mijara sereke ya rêveberiya Trump be

Leaf: Divê hinardeya petrola Kurdistanê mijara sereke ya rêveberiya Trump be

PeyamaKurd - Alîkara Berê ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf got, “Kurd dikarin rola seqamgiriyê li Iraq û Sûriyeyê bicih bînin” li ser hinardekirina petrola Kurdistanê diyar kir, rawestandina wê zirarê digihîne hemû aliyan.

Leaf ji K24ê re daye xuyakirin, “Rola Kurdan zelal û eşkere ye, ew dikarin rola seqamgir li Iraq û Sûriyeyê bicih bînin, lê heta niha siyaseta îdareya nû ya Trump li hember Rojhilata Navîn ne zelal e û ez nizanim wê çawa be.”

Barbara Leaf got, “Ez dixwazim îdareya Trump hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike yek ji dozên serekî yên Iraqê ji bo îstiqrara wî welatî, ji ber ku rêgirtina siyasî û teknîkî ji bo hinardekirina petrolê heye.”

Leaf da zanîn, “Ez di wê baweriyê de me ku komên çekdar kansera serweriya Iraqê ne, ew li gorî destûrê tevnagerin û fermanên wan ji cihên din tên. Ez dixwazim hikûmet wan kontrol bike.”

Ev nivîs 134 car hatiye xwendin.