Parêzgarê Helebê: Em ne li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî ne

PeyamaKurd- Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb ragihand ku daxwaza xwendina bi Zimanê Kurdî ne li dijî nêrîn û boçûna Hikûmeta Sûriyê ye.
Ezam El-Xerîb di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê behsa seredana xwe ya Efrînê kir û got ku ew li gel xelkê wê civiya û li daxwazên wan guhdar kiriye.
Parêzgarê Helebê da zanîn ku “daxwazên girêdayî xwendina Zimanê Kurdî û dabînkirina pirtûkên xwendinê”, herwiha mijarên girêdayî çandinê jê re hatin pêşkêşkirin.
Derbarê xwendina bi Zimanê Kurdî de parêzgarê Helebê got ku daxwaza xwendina bi Zimanê Kurdî dikeve çarçoveya parastina nasnameyê û ev yek ne li dijî nêrîn û boçûna Hikûmetê ji bo parastina çanda neteweyan e.
Xerîb diyar kir ku ”daxwazeke rasteqîne ji bo pêkevjiyanê li Efrînê heye”.
Beriya 2 rojan mamosteyên Zimanê Kurdî, xwendevanên beşê Zimanê Kurdî di Peymangeha Efrîn a amadekirina mamosteyan de, xelkê Efrînê daxwaza vegerandina xwendina bi Kurdî li dibistanên Efrînê kiribû.
Xelkê Efrînê nameyek pêşkeşî her yek ji Wezîrê Perwerdeyê, Parêzgarê Helebê û Birêveberiya Devera Efrînê kiribû.
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




